CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Misrê 198 kesên din jî li lîsteya terorê hatin zêdekirin

Hat ragihandin ku, li Misrê 198 kesên din jî li “lîsteya terorê” hatin zêdekirin. Bi vê hejmarê va di nav pênc rojên dawîn da hejmara kesên ku li lîsteya terorê hatin zêdekirin, derket 512an.

Biryara kesên ku li lîsteya terorê hatin zêdekirin di Rojnameya Fermî ya Misrê da hat weşandin. Dadgeha Misrê bi hinceta ku 44 kes endamê DEAŞa rêxistina terorê ne û 154 kes jî koma terorê ava kiriye, navê wan li lîsteya terorê zêde kir.

Bi biryara dawîn va hejmara kesên ku ji roja şemiyê heta niha li lîsteya terorê hatin zêdekirin derket 512 kesan.

Hat gotin ku ji bo biryarê rêya temyîzê vekiriye.

Li Misrê li gor biryara dadgehan 314 kes ji bo 3 salan li “lîsteya terorê” hatibûn zêdekirin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu