NûçeRojhilatanavinSûriye

Berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Sûriyê qebûl kiriye

Berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Stéphane Dujarric duh bal kişand ser êrişa ser karwanê alîkariyên mirovdostane li meha Îlonê li Sûriyê û got: Dewleta Sûriyê qebûl kiriye ku bila endamên Komîteya Lêkolînan ya Navneteweyî serdana Şam û Helebê bikin ji bo hilkolandina vê êrişê ser karwanê alîkariyên mirovane li devera Urum El Kubra. Dewleta Sûriyê herwiha qebûl kiriye ku endamên vê komîteyê bi rayedarên xwecî re jî gotûbêjê bike.

Stéphane Dujarric herwiha got ku hin endamên Komîta Lêkolînê ji bo gotûbêja bi rayedarên dewletê re sefera Sûriyê kirine û hin ji wan jî çêne devera êriş li wir pêkhatî û tê pêşbînîkirin ew heya dawiya Kanûnê (vê mehê) rapora xwe raber bikin.

Êrişê ser karwanê alîkariyên mirovane ya NY û Heyva Sor a Sûriyê li 19 Îlonê li devera Urum El Kubra li derdora rojavayê Helebê pêk hat ku di encamê de 18 kesan ji wan berpirsê Heyva Sor a Sûriyê jiyana xwe ji dest dan (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu