AsyaÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevhatina sêalî navbera Îran,Rûsiye û Tirkiyê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê

Alîkarên wezaretên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Moskowayê alugurên Sûriyê û bernama muzakirên aliyên sûrî li Astana paytexta Qezaqistanê hilkolandin.

Li civîna sêalî, Husên Cabirî Ensarî, Mîxayîl Bogdanov û Onal alîkarên  wezaretên karên derve  yên Îran- Rûsiye û Tirkiyê ku berêvariya roja înê li Moskowayê hat li dar xistin, meselên Sûriyê li gor  girîngiya muzakirên  aşitiyê yên Astanê hat hilkolandin.

Li vê civînê ku bi beşdarî û axiftinên  Sergeyî Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê destpê bû, alîkarên wezaretên karên derve yên sê welatan bernamên lidarxistina  civîna  Astanê yên ku Îran, Rûsiye û Tirkiye piştgiriya wê dikin, hilkolandin.

Alîkarên wezîrên karên derve yên  sê welatan her wiha li hev kirin şêwirînên xwe jibo lidarxistina serketî ya civîna Astanê û  alîkariya bo çareserkirina qeyrana Sûriyê bidomîne.

Civîna  Astanê biryar e 23 Çillê bi mazûvaniya  dewleta Qezaqistanê bi beşdariya  nunerên dewletê û neyarên Sûriyê bi çavdêriya  sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê û beşdariya  nunerên  NY were li dar xistin.

Civîna  Astanê piştî azadiya Helebê bi armanca xurtkirina pêvajoya siyasî, yekperçekirina hewldanan jibo rawestana li ber terorîzmê û pêkanîna  istiqrar û aramiyê li Sûriyê tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu