IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama piştevaniya Amerîkayê ji koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûriyê

Helîkopterên Amerîkayê êvara duh anku Pêncşemiyê piştî firrîna ber bi Dêrazorê çend serkirdeyên DAIŞ`ê ji vê navçeyê derxistin û bo parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata vî welatî veguhestin.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA News`ê, rayedarên ehrêmê ragihandin: “Helîkopterên amerîkî êvara Pêncşemiyê ji rîfa bakur a Dêrazorê dest bi firrînê kirin û li nizimatiyê li ser kampa Esed firrîn û li nêzikî bendava El Basilê li başûrê Hesekê daketin.

Li gorî gotina van rayedaran, “Ev helîkopterên amerîkî têda çend serkirdeyên DAIŞ`ê hebûn ku xwe li koma nasyar bi Hêzên Sûriya Demokratîk sitirandibûn“, koma ku pirraniya endamên wê kurd in û bi piştevaniya Amerîkayê li Reqa û parêzgeha Dêrazorê bi caran piştî deketina DAIŞ`ê ji van navçeyan, erdên dagirkirî ji aliyê vê komê va xistin bin kontrola xwe.

Meha bihurî jî çend firokeyên şêrr ên amerîkî bi daketina li nêzikî bendava El Basilê, 47 dserkirdeyên DAIŞ`ê bi xwe ra anîbûn.

Amerîkayê di çend mehên dawî da bi şêwazên cûrbicûr pişta DAIŞ`ê li navçeya Badiyeya Sûriyê gitiye û carna jî agahiyên sîxoriyê daye ber destê vê komê da ku êrîşî ser baregehên artêşa Sûriyê bike.

Navenda hevahengiya Sûriyê li Hemîmîmê jî vê dawiyê ragihand: “Hêzên çekdar ên Amerîkayê, yekîneyên nû yên leşkerî bi navê “Artêşa Nû ya Sûriyê“ li nêzikî kampa awareyan a bajarê Hesekeyê pêk aniye ku têda komên cudabûyî ji têrorîstan hene“.

Hevpeymaniya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi mehneya têkoşîna dijî têrorîtên bicihbûyî li Iraq û Sûriyê hat damezirandin ku li gorî hejmarên fermî, Amerîka û hevpeymanên rojagvayî û erebî yên vî welatî ji pêkêner û piştgirên sereke yên malî û çekdarî ji komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu