IraqNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Tevgera El Hikmetê ya Iraqê: Di heyama 72 saetên tê da dê hevpeymaniyek di navbera Sairûn, El Nesr, El Hikme û El Fethê ji bo damezriandina dewletekaa nû li Iraqê pêk were

Berdevkê Tevgera El Hikmetê ya Iraqê qala damezirandina hevpeymaniyeka çaralî ji bo damezirandina dewleteka nû li Iraqê di aetêîn tê da kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê kanala Sûmiryeyê, Mihemed Cemîl El Meyahî Berdevkê Tevgera El Hikmetê ya Iraqê bi serokatiya Seyd Emar Hekîm got: Di heyama 72 saetên tê da dê hevpeymaniyek di navbera Sairûn, El Nesr, El Hikme û El Fethê ji bo damezriandina dewletekaa nû li Iraqê pêk were.

Ev di rewşekê da ye ku pêştir Muqteda Sedr, Serokê Hevpeymaniya Sairûnê ku pirtirîn kursiyan li Hilbijartina parlimanî ya Iraqê bi dest xistiye digel serokê Tevgera El Hikmeyê, Emar Hekîm, Serokê hevpeymaniya El nesrê, Heyder Ebadî û serokê hevpeymaniya El Fethê, Hadî Amirî, ji bo damezirandina dewleta tê ya Iraqê gotûbêj kiriye.

Muqteda Sedr li van hevdîtinan li ser pêwîstiya damezirandina dewletê di dema herî lez a mumkin da ji bo xizmetgihaniya bo gel û dabînkirina daxwazên wan her wiha lis er girîngiya beşdariya tevahiya fraksiyonên ku pêvajoya neteweyî ji bo damezirandina dewleta tê girtine ber xwe, pêgirî kiriye.

Başa dön tuşu