ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê: Tu hêzekî îranî li Yemenê tuneye

Berdevê Tevgera Ensarullaha Yemenê li gotûbêjên Aştiya Stokholma Swêdê roja şemiyê îdiaya Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî derbarê hebûna hêzên îranî li Yemenê bêbingeh da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevê Tevgera Ensarullaha Yemenê, Evdilmelik El Ecerî her wiha tevî redkirina tawanên Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî derbarê îranîbûna mûşekên kewkîkirî ser Erebistanê, destnîşan kir: Mûşekên ku Yemen li eşrê tev destdirêjkeran bi kar tîne, tam xwecihî û çêkriî li nav Yemenê ne.

Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ji destpêka destdirêjiya li ser Yemenê va heta nniha bi caran îdia kiriye ku Komara Îslamî ya Îranê li Yemenê ye û çek û mûşekan dişîne vî welatî; Îdiaya ku bi caran ji aliyê rayedarên yemenî va hatiye derewzanîn.

Rayedarên yemenî hertim destnîşan kirine ku hêza berevaniyê ya artêşa vî welatî tam xwecihî ye û tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va, roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Başa dön tuşu