BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezaeta karên derve ya Îranê: Bila Behreynê pirsgirêkên xwe navêje ustiyê welatên din

Berdevkê wezaeta karên desrve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Bila Behreynê pirsgirêkên navxwe navêje ustiyê welatên din.

Berdevkê wezaeta karên desrve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî boxtan û tuhmetên ku wezareta karên hundir ya Behreynê li Îranê girdane red kirin û ew bitûm derew hesiban  û ragihand: Cardin em tewsiye li rayedarên behreynî dikin dewsa girêdana boxtanan li yên din û avêtina pirsgirêkên navxwe ustiyê welatên din, hewl bidin çareyeke beraqil ji pirsgirêkên xwe peyda bikin, pirsgirêkên ku her diçe zêde dibin.

Behram Qasimî daxuyaniya nû ya wezareta karên hundir a Behreynê û boxtanên ku têda li Komara Îslamî ya Îranê girêdane bitûm red kirin û ji Behreynê xwest dest ji vî karî berde.

Behreyn îdia kiriye ku grûpek girêdayî li Îranê girtiye ku dil hebûye di nav axa Behreynê hin êrişan cih bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu