Berdevkê wezaeta karên desrve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Bila Behreynê pirsgirêkên navxwe navêje ustiyê welatên din.
Berdevkê wezaeta karên desrve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî boxtan û tuhmetên ku wezareta karên hundir ya Behreynê li Îranê girdane red kirin û ew bitûm derew hesiban û ragihand: Cardin em tewsiye li rayedarên behreynî dikin dewsa girêdana boxtanan li yên din û avêtina pirsgirêkên navxwe ustiyê welatên din, hewl bidin çareyeke beraqil ji pirsgirêkên xwe peyda bikin, pirsgirêkên ku her diçe zêde dibin.
Behram Qasimî daxuyaniya nû ya wezareta karên hundir a Behreynê û boxtanên ku têda li Komara Îslamî ya Îranê girêdane bitûm red kirin û ji Behreynê xwest dest ji vî karî berde.
Behreyn îdia kiriye ku grûpek girêdayî li Îranê girtiye ku dil hebûye di nav axa Behreynê hin êrişan cih bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)