ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Tirkiye bi tawanbarkirina aliyên din destwerdanên xwe pîne dike

Berdevkê wezareta karên deve ya Îranê ; Tirkiyê pê tawanbarkirina cînarên xwe û tawanbarkirina kesên din û dubarekirina îdiayên xwe yên nediyar û xeyalî, siyasetên xwe yên destwerdanê û berfirexwaziya xwe li bara cînarên xwe didomîne.

Li gorî rapora IRNA`yê,Berdevkê wezareta karên deve ya Îranê tevî redkirina gotinên nedirust û bêçine yên serokoamrê Tirkiyê li dijî Komara Îslamî ya Îranê li Istenbolê, got: Gotinên bêbingeh û kêşesaz û wekî destwerdanê yên rayedarên Tirkiyê li bara cînarên wan hema wisa didome û ewna hewil didin ku bi tawanbarkirina kesên din û dubarekirina îdiayên xwe yên nediyar û xeyalî, siyasetên xwe yên destwerdanê û berfirexwaziya xwe li bara cînarên xwe pîne bikin.

Behram Qasimî di dewamê da bal kişande ser gotinên bêçine û neberaqil ên cîgirê serokwezîrê Tirkiyê li bara di rê da bûna pêleke teze ya sê miliyon kesî ya koçberên ku ji welatên din li Îranê ne, ber bi Tirkiyê va û piştra Ewropayê û tevî redkirina vê îdiaya ecêv, got: Îranê eva zêde ji 30 salan e ku mêvandariya bi miliyonan koçberên welatên cînar dike û Tikriye divê ji Îranê fêr bibe ku çawa bi qasî zêde ji 30 salan bi miliyonan koçber li axa xwe xwedan kirine û tu carî ev mijara însanî û mirovdostane ji bo mebest û armancên taybet û plandarêştî yên siyasî li dijî tu welatekî bi kar neaniye.

Qasimî tevî şîretkirina li rayedarên Tirkiyê bona nexistina mijarên mirovdostiyê nav kêşeyên siyasî ji wan xwest ku rêzê li serwerî û hakimiyeta welatên cînar û meyl û xwesteka gelên Sûriye û Iraqê ku dewletên xwe bijartine, bigirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu