CîhanNûçe

Gefxwarina Koreya Bakur li hember boykotên nû yên Konseya Ewlehiyê

Koreya Bakur wek berteka li hember boykotên vê dawiyê yên Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî vî welatî gefa cengê xwar.

  Li gorî rapora  roja înê ya IRIB Newsê, Wezareta karên derve ya Kureya bakurî li daxûyaniyekê ragihand biryarnameyên  vê dawiyê yên Konseya Ewlehiyê ya NY ku têde boykotên li dijî Kureya  bakurî zêde bûye talûkeya şerekî li nîvgirava  Kureyê pêk aniye û ev biryarnameya  jixwe curek ragihandina cengê ye.

Li vê daxûyaniyê hatiye destnîşankirin Emerîka û welatên din ku li pejiarndina  vê biryarnamê û boykotên li dijî Kureya  bakurî dest hebûne hemî berpirsê dûhatên her cure şerekî ne.

Daxûyaniya wezareta karên derve ya Kureya bakurî dest daniye ser biryarnama  Konseya Ewlehiyê ya NY ku 30 Mijdarê li berteka  li hember pêncem ceribîna  navokî ya Piyong Yangê li meha  Îlonê hat pejirandin.

Wezareta  karên derve ya Kureya bakurî li daxûyaniya xwe her wiha  ev biryarnameya Konseya Ewlehiyê belgeya cinayetê bi nav kir ku  ti htbara xwe tine û mafê hamikiyeta Piyong Yangê binpê dike.

Tê gotin ev boykotên  nû derfirotina rejûyê ya Kureya bakurî ku çavkaniya herî giring a derhata  vî welatî tê hesabê, sînordar kiriye.

Piyong Yang li vê daxûyaniyê her wiha  berevaniya pêncem ceribîna  navokî ya xwe kir û wê beşek ji mafê Kureya  bakurî derheq berevaniya ji xwe li hember hêzên Emerîkayê û welatên  dijmin ên din bi nav kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu