Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê kiryarên têrorîstî yên vê dawiyê yên koma tekfîrî ya Cebheya Nusreyê li bajarê Humsa Sûrioyê şermezar kir

Roja şemiyê ji ber çend êrîşên têroîstî li ser navenda hêzên ewlehiyê li bajarê Humsê li navenda Sûriyê, 42 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê tevî diyarkirina hevderdî û hevemiya xwe digel dewlet û gelê Sûriyê bi taybet malbatên goriyên van êrîşan, destnîşan kir: Teqîn bi armanca pêkanîna nakokiyan li pêvajoya gotûbêjên aştiya Sûriyê û her cûre lihevkirina ihtimalî pêk hatine; Lewma pêwîst e ku hemû aliyên sûrî li vê heyama hestiyar da hişyar bin.
Qasimî got: Bêguman cîhanê li hemberî van cûre cinayetên têrorîstî riyek ji bilî têkoşîna giştalî û hemûalî di asta siyasî û çandî li kêleka kiryarên leşkerî hevrê digel vîn û yekhelwêstiya navneteweyî ji bo kokbirkirina têrorîsm û zêdegaviyê tine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)