ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Eskerî: “Îran ketiye ber şerê mêdyayî”

Serokê Saziya Radyo û Têlêvîziyonê ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Vê demê Îran ketiye şerekî mêdyayî û derûnî digel dijminan û divê em li hemberî vî şerê mêdyayî yê dijminan rawestin”.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Saziya Radyo û Têlêvîziyonê ya Komara Îslamî ya Îranê, Ebdulelî Elî Eskerî Duşemiyê bi şev i parêzgeha Çar Mehal û bextiyarî her wiha got: “Dijmin li dû “Aştiya Çekdar” e û armanca operasiyona derûnî ya diminan li dijî Komara îslamî ya Îranê, derbelêdana li yekîtiya gelê Îranê ye”.

Li gorî gotina serokê mêdyaya neteweyî ya îranê, Cîhana îro cîhaneka pêwendiyan e, lê mêdyayên dinyayê di sê bereyên istikbar, mêdyaya Bereya Berxwedanê û Mêdayay Navînrê dixebite.

Li gorî gotina Serokê Saziya Radyo û Têlêvîziyonê ya Komara Îslamî ya Îranê, Dijmin û bereya mêdyayî ya istikbarê li dû zêdekirina nîşandana hêza xwe ya pûç wek hêza sereke ne û tevahiya derfetên xwe ji bo xerakirina mêdyayên hevrik bi kar tînin.

Elî Eskerî her wiha got: “Di çend salên dawî da dijminan tevahiya şiyana xwe xebitandine ku Radyo û Têlêvîziyona Îranê li erdê xînin û di vê rêkê da 290 kanalên setlaytê yên dijberê pergala Komara Îslamî ya Îranê bi zimanê Farsî pêk anîn û Fezaya Mecazî (Întirnit) jî şopandin da ku bi operasiyona derûnî bikarin gel bêhêvî bikin”.

Serokê Saziya Radyo û Têlêvîziyonê ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Pompajû berbelavkirina bêhêvîtî û heqaretê ji bernameyên herî girîng ên mêdyayên dijmin e, li halekî ku Amerîka bi 21 hezar miliyar dolar deynê bi xwe li halê hilweşiyanê ye”.

Li gorî gotina Elî Eskerî, Mêdyayên Bereya Berxwedanê erkdar in ku pênaseya mêdyayên bereya istikbarê aşkira bikin, ji ber ku mêdyayên Istikbar û zorbêjan li dû xerakirina gelê Îranê n û armanca şerê mêdyayî yê dijmin, derbelêdana li abora Îranê ye.

Serokê Saziya Radyo û Têlêvîziyonê ya Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku armanca mêdyayên dijminan ragihandin nine, belkî berhevkirina alîgiran e, got: Dijmin dixwaze bi mêdyayên xwe di pêşerojê da derbê li çanda Îranê xîne û li dû çareserkirina tu kêşeyekê nine û tenha armanca wan xerakirin e.

Başa dön tuşu