IraqNûçeRojhilatanavin

Parlimanê Iraqê fermana bicihbûna wergêrê zimanê Kurdî li parlimanê daye

Beşîr Hedad, Alîkarê serokê Parlimana Iraqê bi wşandina nivîsekê li ser facebook’a xwe ragihand ku bi armanca amadekirina îmkanan jibo axaftina bi zimanê Kurdî, desteya serokatiya Parlimanê fermana bicihbûna wergêrê zimanê Kurdî li parlimanê daye.

Wî her wiha got ku ev ferman bi awayê fermî hatiye dayînê û ketiye qada cihanînê û niha amadekirina alav û amûrên pêwîst jibo wê pêk tê û hejmareka kesan jî jibo wergêriyê li parlimanê hatine nasandin.

Alîkarê serokê Parlimana Iraqê her wiha got ku li civîna desteya serokatiyê ya Parlimanê bi Ebas Nasir Mecîd rêvebirê xetên esmanî û Rêxistina Firokevaniya Iraqê ram ji wî xwestiye ku rênimûniyên kedkarên xetên esmanî di dema firrînê da û destûrkarên mêvandarên firrînê bi du zimanên Kurdî bên raberkirin.

Başa dön tuşu