CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku komîteya taybet a vê wezaretxaneyê dayîna vîzayê ji bo tîma guleşta Amerîkayê pejirand

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê ragihand: Li gorî rawestandina cihanîna bisînorkirinên cihêkarane li dijî sefera welatiyên îranî bo Amerîkayê li ser esasa hikma dadwerê federal ê vî welatî û li gorî daxwaza serokê federasiyona guleşta Komara Îslamî ya Îranê û serokê federasiyona navneteweyiya Guleştê, dayîna vîzayê bo tîma Guleşta Amerîkayê bi merema beşdariya li pêşbirkên Kûpa Cîhanî ya Guleştê li bajarê Kirmaşanê li rojavaya Îranê hat pejirandin.

Behram Qasimî pêştir bi dijberiya digel dayîna vîzayê ji bo tîma Guleşta Amerîkayê destnîşan kiribû ku dewleta Komara Îslamî ya Îranê tevî rêzgirtina li gelê Amerîkayê û ciyawaziya navbera wan û siyasetên dijminane yên dewleta vî welatî, ji bo piştgiriya ji mafên welatiyên xwe heta dema rakirina berbendên dijûnbar û bêhurmetiya Amerîkayê dijî welatiyên îranî, dê her cûre pêngava pêwîst di dema guncaw da rabike.

Pêşbirkên Kûpa Cîhanî ya Guleşta Azad biryar e ku rojên 16 û 17`ê Sibata 2017`an li parêzgeha Kirmaşanê li rojavaya Îranê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu