Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê, teqîna terorîstî li eyaleta Sinda Pakistanê şermezra kir
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2017/02/irandan-kınama.jpg)
Behram Qasimî bi dewle û gel û malbatên êrişên terorîstî yên eyaleta Sinda Pakistanê re hevderdî kir û got : pêwîst e liv û tevgerekke giştalî ya navneteweyî li dijî terorê, şîdet û fanatîzmê li hemî cîhanê pêk were.
Behram Qasimî her wiha got :Terorê û pêkanîna tirs û xofê jibo aramncên siyasî, şêwaza herî kirêt li siyasetê ye ku navçe û cîhan nearam, û neewleh kiriye.
Wî bal kişand ser berpisiyariya hemî welat û rêxistinên navneteweyî jibo rawestana li ber terorîzmê û got : Pêwîst e hereketeke berfireh û cîhanî li dijî terorê, tund û tûjî û fanatîzmê pêk were û hemî dewlet û gelên aşitîxwaz tevlî wê bibin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku riya rizgarkirina cîhanê û nearamiyê û ev buyera vê qornê û lihevkirina cîhanî li dijî fanatîzm û terorîzm û kokbirkirina bingehên wê yên çandî ye û li vî warî tim amadeyî hevrêtî û hevkariyê ye .
Duh berêvarê li encama teqîna terorîstî li ziyaretgehekê li bajarê Sêhûn Şerîfa eyaleta Sinda Pakistanê zêdetirî 70 kesan hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)