ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara îslamî ya Îranê ji Amerîka xwest ku kutahiyê bide xwetêkeliya nav karûbarên welatên navçê

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên pêncşemêşev destnîşan kir: Ew siyaseta ku Amerîka welatan mehkûm dike desthata siyasetên şaş û xelete Amerîka li dirêjiya salên sale ku Waşîngtonê li welatên navçê û bitaybet Efxanistanê girtiye ber xwe û desthata vê siyaseta şaş xîncî alozî, şer û zêdebûna terorîzmê û reftarên fanatîk tu tiştekî din nebûye.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir: Welatên navçê zirûfên baş bona hevkariya hevpar li şerê dijî terorîzmê û birêxistina ewlehî û tenahiya li navçê hene û tu hewcetiyek bi steratijiya neêminkire Amerîka ku dibe sebeba perwerdebûna terorîstan li navçê tuneye.

Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya li baregeha leşkerî ya li Virginia Fort Myerê de ji bo şerê Efxanistanê got: Vekişandin nayê qebûlkirin, ji bo pêşî lê were girtin divê tekoşîn berdewam be. Li gorî baweriya min tehdîda ewlehî ku li pêşiya me ye pir mezin e.”

Donald Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji vir û pê ve em ê behsa planên xwe yên leşkerî û hejmara yekîneyên xwe nekin. Divê efxanî bikaribin welat û pêşerojeke xwe ava bikin. Em dixwazin Efxanistan bi ser bikeve.”

Trump di dirêjiya axaftina xwe de got: “Derketina me ya lezgin ji Efxanistanê dê valahiyekê çêbike û ev jî nayê qebûlkirin. ji bo serkeftinê pêwistiya me bi rêyekê heye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu