IraqNûçeRojhilatanavin

Berdewamiya xwenîşandanên li dij Trump li Amerîkayê

Xelkê bajarên Newyork, Şîkago û Rîçmondê yên Amerîkayê duh li dij fermana nû ya serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya girtina pêşiya derbasbûna koçberan nav Amerîkayê xwenîşandan bi rê xistin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Beşdarên xwenîşandana li dij serokomarê Amerîkayê Donald Trump bi rakirina plakardan û dayîna sloganên li dij Trump, fermanên wî  li bara qanûnên nû yên koçberiya Amerîkayê protesto kirin.

Li bajarên din ên Amerîkayê hezaran kes ji xelkê vî welatî bi civîn û mayîn li balafirgehên wan bajaran fermana Trump ya girtina pêşiya derbasbûna koçberan nav Amerîkayê  protesto kirin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva înê bi îmza kirina fermanekê ji bo derbasbûna penaberên çend welatên îslamî yên wek Îran, Iraq, Sûdan, Sûmalya, Lîbya, Sûriye û Yemenê nav Amerîkayê berbend û astengiyên mezin danîn .

Ev kiryara Trump bû sedema bertek û nerizamendiyên tund ên cîhanî û gelek ji welatên cîhanê biryara serokomar nû yê Amerîkayê nijadperêzî û li dij qanûnên navneteweyî dane zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu