ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka li hember nûçên li bara nameya Zerîf bo Mogrîniyê hatine weşandinê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wekî berteka li hember nûçên li bara nameya wezîrê karên derve yê Îranê bo seroka siyaseta derve ya YE`yê hatine weşandinê, ev mesele tişteke normal da zanîn.

Li gorî  rapora wezareta karên derve, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve  ya Îranê roja  înê şandina nama  Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bo Fêdêrîka Mogêrînî seroka siyaseta derve ya YE`yê got: Şandina  nameyên wisa navbera her du aliyan tiştek teze nîne.

Qasimî bal kişand ser vê yekê ku pêştir hin name navbera her du aliyan hatine şandin û alûgurên wisa ji ber peywendiyên her du aliyan û her wiha  şopandina  mesela rêketinnama navokî tam asayî ye û meseleyeke nenoraml  nayê hesabê.

Berdevkê wezareta  karên derve ya Îranê tekez kir: Diqewime navbera her du aliyan  nameyên  li vê çarçêvê werin  nivîsîn û hin mesele werin hilkolandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu