AborîAsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirehbûna pewêndiyên ticarî navbera Îranê û Çînê tevî hebûna boykotên Amerîkayê

Serokê Koma Dostiya Parlimanî ya Îranê û Çînê û Balyozê Çînê li Têhranê bal kişandine ser boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê û li ser dewama hevkariya li warên ticarî, aborî û siyasî di navbera du welatan da pêgirî kirin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya ajansa nûçeyan a Meclisê, Serokê Koma Dostiya Parlimanî ya Îranê û Çînê, Elaedîn Brocêrdî  li hevdîtina bi balyozê Çînê li Têhranê, Pang Sên, li Têhranê got: derfetin gellek baş ji bo berfirehkirina pêwendiyan li warên cûrbicûr ên aborî, siyasî û çandî bi taybet pêwendiyên parlimanî navbera Îranê  û Çînê hene ku pêwîst e ser xêra du gelan bên berfirehkirin.

Serokê Koma Dostiya Parlimanî ya Îranê û Çînê bal kişande ser nêrîna yekalî û boykotên Amerîkayê li dijî Îranê û got: Derfetên hevkariya navbera Îranê û Çînê li warêî aborî divê bi berxwegirtina şêwazên nû bên zêdekirin.

Pang Sên, Balyozê Çînê li Têhranê jî tevî amajeya bi berbihuriya hevkariya Têhran û Pikenê û derfetên heyî li Îranê, li ser meyl û meraqa Çînê ji bo berfirehkirina hevkariyan bi taybet sermiyandanîna li Îranê pêgirî kir.

Balyozê Çînê li Têhranê her wiha tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji berfirehkirina danûstandinên Îranê û Çînê, got: Rayedarên Çînê ji dewama hevkarî û danûstandina li warê ticarî, aborî û siyasî bi Îranê ra pêşwaziyê dikin û berfirehkirina pêwendiyên dualî bi Îranê ra girîng û ser xêra du welatan dizanin.

Başa dön tuşu