ÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirehkirina hevkariyên navokî yên Îranê tev welatên navçê

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê diyar kir mesela navokî dikare mêhwera hevkariya Îran û welatên navçê ser bikaranîna bi aşitî ya vê teknolojiya nû be.

 Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Bihrûz Kemalwendî roja duşemiyê li gotûbêja  bi televzîyona  El-Alamê re bal kişand ser vê yekê ku  Îran li dû berfirehkirina  hevkariya navokî li navçê ye û diayr kir: Geşatiya navçê jî hevceyî bi hevkariya navçeyî heye.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Bihrûz Kemalwendî destnîşan kir: Hevkariya dualî û navçeyî ya Îranê li warê navokî ji riya wezareta karên derve  li halê şopandinê ye û Îran amadetiya xwe li vî warî ragihandiye.

Li gorî gotina  Kemalwendî Îranê heya niha  hevkariyên baş li warê navokî tev Japonya, Kureya başûrî, Rûsiye û Çînê û li Ewrûpayê bi Swîsê, Swedê, Polandê, Mecaristanê, Spanyayê hebûye ku tev hin welatan reşnivîsa hevhatinê wajo kiriye an li halê îzmekirina  hevhatinnama  hevakriyê ye.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê,  li bara peywendiyên bi Ajansa Navneteweyî ya  Enerjiya Atomê jî got: Raporên ajansê piştrast kirine ku Îran ser berpirsiayriyên xwe sekiniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu