ÎranIraqNûçeRojhilatanavinZanîstî

Berfirehkirina hevkariyên zanîngehî navbera Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê

Wezîrê hîndekariya bilind a Herêma Kurdistana Iraqê li hevdtina taxima zanîngeha ilm û pêşeya Îranê li Hewlêrê ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariya ilmî û zanîngehî ya her du aliyan tekez kir.

Yûsif Goran wezîrê hîndekariya bilind a herêma Kurdistana Iraqê li vê hevdîtinê daxwaza hevkarî û guhestina  tecrubeyên  zanîngeha ilm û pêşeya Îranê jibo avakirina  zankoya  şîmiyê li zanîngeha  Selahedînê û lidarxistina  kûrsên  hevpar li astên  tehsîlata tekmîlî kirin.

Taxima  şandî ya zanîngeha  ilm û sinetê ya Îranê jî li vê hevdîtinê çawaniya  xebat û hin karûbarzên  zanistî yên vê zanîngehê şirove kir.

Zanîngeha  ilm û sinetê ya Têhranê biryar e piştî piştrastkirina desteya emîndarên zanîngehê û bidestxistina  îzna  konseya  berfirehkirina  wezareta zanistê, lêkolîn û teknolojiya Komara îslamî ya Îranê , li pêşerojeke nêzîk de  dê çiqa xwe nunratiyê li Herêma Kurdistana Iraqê veke.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu