Wezîrê hîndekariya bilind a Herêma Kurdistana Iraqê li hevdtina taxima zanîngeha ilm û pêşeya Îranê li Hewlêrê ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariya ilmî û zanîngehî ya her du aliyan tekez kir.
Yûsif Goran wezîrê hîndekariya bilind a herêma Kurdistana Iraqê li vê hevdîtinê daxwaza hevkarî û guhestina tecrubeyên zanîngeha ilm û pêşeya Îranê jibo avakirina zankoya şîmiyê li zanîngeha Selahedînê û lidarxistina kûrsên hevpar li astên tehsîlata tekmîlî kirin.
Taxima şandî ya zanîngeha ilm û sinetê ya Îranê jî li vê hevdîtinê çawaniya xebat û hin karûbarzên zanistî yên vê zanîngehê şirove kir.
Zanîngeha ilm û sinetê ya Têhranê biryar e piştî piştrastkirina desteya emîndarên zanîngehê û bidestxistina îzna konseya berfirehkirina wezareta zanistê, lêkolîn û teknolojiya Komara îslamî ya Îranê , li pêşerojeke nêzîk de dê çiqa xwe nunratiyê li Herêma Kurdistana Iraqê veke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)