NûçeRojhilatanavinSûriye

Bipêşdeçûna artêşa Sûriyê li bereya Helebê û giranbûna pevçûnan li derdora Şamê

Pevçûnên giran navbera artêşa Sûriyê û komên çekdar li başûrê rojava Helebê tim didomin û hêzên dewletî karîne ku li vê bereyê hinekî bipêşde herin.

 Li gorî rapora ISNAyê,  artêşa Sûriyê êrişkeke  berfireh ser meqerên terorîstan li başûrê rojava Helebê ji du mêhweran destpê kiriye û karî çiyayên  Til El-Rexmê û Til El-Moteyê li başûrê vî welatî azad bike.

Artêşa Sûriyê her wiha  piştî pevçûnên  giran tev  mirovên çekdar kontrola  hin avahiyên  taxa 1070 dezgehê li başûrê rojava Helebê  azad bike.

Kesên çekdar jî taxên rojava  bajarê Helebê dan ber êrişên xwe.  Li encama gullebarana van taxana pênc kesên sivîl  hatin kuştin û 4 kes jî birîndra bûn.

Serhildayiyên sûrî û grûpa terorîstî ya  El-Nusreyê ev demek e operasyoneke berfireh ser navê Hemaseya Helebê jibo têkşikandina dorpêça  navçên  rojhilata  bajêr  destpê kirine ku li rojên  ewil bi dayîna gelik ziraran navçan bixin bin kontrola xwe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu