AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirehkirina peywendiyên dualî yên Îran û Slovonyayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Îran û Slovonyayê jibo berfirehkirina peywendiyên dualî bitaybet li warên curbicur ji wan aborî û siyasî micid in.

  Li gorî rapora malpera ragihandinê ya  serokomariyê, Hesen Rûhanî roja sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya  hevpar tev  Barot Paxor serokkomarê Slowoniyê li Têhranê got ku Îran û Slowonî xêncî peywendiyên aborî ser berfirehkirina  peywendiyên  çandî, zanistî û teknolojyê tekez dikin û belgên ku  li warê teknolojiya  ICTyê û Nanoyê hatin wajokirin nîşan didin ku  her du welat dixwezin li warên  teknolojiyên  nû hevkariyên xwe berfireh bikin.

Rûhanî got ku  sefera serokkomarê Slowniyê bo Îranê jibo cara yekê li 25 salên buhurî û her wiha  vekirina  balyozxana  vî welatî li Têhranê nîşana  viyana  xurt ên du welatan li çarçowa berfirehkirina  peywendiyên  du welatan e.

Serokê Komara Îslamî ya îranê bal kişand ser vê eykê ku  li muzakirên  taybet û hevpar tev serokkomarê Slovnyayê meselên  li bara peywendiyên  dualî, navçeyî û navneteweyî hatin hilkolandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îran  û Slovnyayê li piraniya meselên  navneteweyî xwediyê nihêrînên  hevpar û wekhev in û her du welat ser vê bawerê ne ku ji riyên dîplomatîk û biaşitî dikarin  pirsgirêkên  navçê û navneteweyî çareser bikin.

Barot Paxor serokkomarê Slovnyayê bi armanca berfirehkirina  peywendiyan  tev Komara Îslamî ya Îranê berêvara duşemiyê gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu