ÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirehkirina peywendiyên giştalî, karê sereke yê siyasetên Îran û Kuweytê ye

Wezîrên karên derve yên Komara îslamî ya Îranê û Kuweytê, berfirehkirina peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî yên Îran û Kuweytê ji wan re karekî sereke dan zanîn.

  Şêx Sebah Xalid Hemd Sebah, wezîrê karên derve yê Kuweytê, alîkarê ewil ê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Kuweytê roja çarşemê tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li Têhranê hevdîtin  pêk anî û li bara  peywendiyên dualî û meselên giring ên navçê gotûbêj kir.

Zerîf li vê hevdîtinê mesela  welatên cînar karekî giring a siyaseta derve ya Îranê da zanîn û got : Kuweyt yek ji cînarên baş û giring ê Komara Îslamî ya Îranê ye û rola  mîrê vî welatî li xurtkirina  cînaretiya welatên navçê pir balkêş e û cihê qedrzaniyê heye.

Wezîrê karên dere yê Îranê bal kişand ser pirsgirêkên  heyî li navçê,û pêşwitiya nihêrîna li pêşerojê ji ber dijminan û talûkên hevpar bi bîr xist.

Wezîrê karên derve yê Kuweytê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser giringiya Îranê li navçê û cîhanê û got : xalên hevpar ên  zav ên dîrokî, çandî û mezhebî navbera Îran û welatên navçê hene û hemî divê ser nihêrîna li pêşerojê bisekinin .

Şêx Sebah Xalid  Hemed  el-Sebah terorîzm xetereke havpar jibo hemî welatên  navçê da zanîn û destnîşan kir: Pêwîst e pirsgirêk û lihevkirinên  şaş navbera welatên  navçê di rewşeke aram û bi gotûbêjên eşkere  çareser bibe.

Şêx Sebah Xalid Hemed El Sabah, wezîrê karên derev yê Kuweytê jibo sefereke yek rojî vê sibê gihêşte  Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu