CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih duh John Sullivan alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêşwazî kir

Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê de pêgirî li ser parastina cîgeha Iraqê û rêzgirtina li serwerîya vî welatî kir û “istiqrara navxweyî û jinûveavakirin û xurtkirina binesazîyan“ ewlewîyeta netewî ya Iraqê zanî.

Berhem Salih serokomarê Iraqê duh ji John Sullivan alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêşwazî kir û her du alîyan derbarê meseleyên di navbera Amerîka û Iraqê de ji wan li ser aborîyê gotûbêj kirin.

John Sullivan alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê berî hevdîtina digel Berhem Salih serokomarê Iraqê, bi Adil Evdilmehdî serokwezîrê bijartî yê Iraqê re civîyabû.

Başa dön tuşu