IraqNûçeRojhilatanavin

Wezareta berevaniya Iraqê ji destpêbûna pişka dudyan a operasiyona azadiya Felûcê xeber da

Wezareta berevaniya Iraqê li daxûyaniya xwe ya duh pêncşemê ji destpêbûna pişka dudyan a operasiyona azadiya Felûcê li parêzgeha El-Enbarê xeber da.

Li gor rapora ajansa El-Ehd’ê Wezareta berevaniya Iraqê li daxûyaniya xwe ya duh pêncşemê ji destpêbûna pişka dudyan a operasiyona azadiya Felûcê li parêzgeha El-Enbarê xeber da û ragihand ku hedefa vê êrişa dijî terorîstan, rizgarkirina welatiyên iraqî yên ku li vî bajarî bi destê terorîstan dorpêç bûne ye.

Ji aliyê dinve hêzên gelanî yên Iraqê jî karîne gundê El-Secr li bakûra Felûcê û piriya vî gundî ku riyekî steratejîk ji bo terorîstan bû, ji destê wan derxînin.

Her li vê barê da Şakêr Cewdet qumandê polîsê fedral a Iraqê bal kişande ser viya ku hemû peywndiyên terorîstên DAIŞ’ê li nav Felûcê tev bajar û navçên dinê qut bûye got: plana zivirîna penaberan bo malên wan jî amade ye û piştî jinavçûna terorîstan xelk dikarin bi rehetî vegerin ser malên xwe.

serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî û serokê parlemana Iraqê, Selîm Cebûrî duh pêncşemê bona şopandina opersyona azadkirian Felûceyê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê seredana operstyna azadkirian vî bajarî kirin .

Ji aliyê din ve beşa medyayê ya odeya opersyona Felûceyê, ragihand ku hêzên artêşa Iraqê karîn ku riya El-Bûşecelê li bakurê Felûceyê ji destê terorîstên DAIŞê tam derxînin. Îsmaîl El-Mehlawî fermandarê opersyona Enbarê, jî pênşemiyê li bara dewama şer û pevçûnên hêzên vî welatî bi terorîstên DAIŞ`ê re agahî da û ragiahnd , li encama şer û pevçûnan li başûrê Felûcê û girava El-Xalidiyê li rojhilata Remadiyê 100 terorîst hatin kuştin û 18 trimbêlên bombekirî yên DAIŞ`ê jî îmha bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu