ÎranNûçeRojhilatanavin

Merasima bîranîna salvegera têkçûna êrişa Emerîrkayê ya çola Tebesa Îranê

Îro çarşemê 25 Nîsana 2018-an salvegera têkçûna êrişa eskerî ya Emerîkayê ser Îranê li çola Tebesê li rojhilata Îranê ye.

38 salên berê li rojeke wiha 25 Nîsana 1980 amerîka bi çend helîkopter û balafiran êrişî ser axa Îranê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê,Dewleta Amerîkayê pîlan û komployên curbicur bikaranîn da ku Komara Îslamî ya Îranê ji nav bibe, lê ji bo rizgarkirina sîxurên xwe ku dema dagîrbûna hêlîna Sîxurî ya Amerîkayê li Tehranê (4 mijdara 1979) de hatibûn girtin, êrişî Îranê kir.

Êrişa leşkerî ser Tebesê tevî bernameyên hûr û kûr û meşqên curbicur li cih û makanên wekî çola Tebesê ji ber rabûna tûfan û bagera xîzan bê encam bû û çen balefir û helîkopterên amerîkiyan jî li colên derdora Tebesê ketin erdê û di nav êgir de şewitîn û çend leşkerên amerîkî hatin kuştin û yên din jî bi riswatî û serşûriyê ji Îranê revîn.

Biryar hatibû dayîn ku leşkerên amerîkî li Tebesê dakevin û bi helîkopteran ber bi Tehranê herin û mirovên ku bi navê dîplomat li balyuzxana Amerîkayê li dij nizama nû ya Komara Îslamî ya Îranê mijûlî sîxuriuyê bûn û hatibûn girtin rizgar bikin.

Bager û tûfana xîzê ku bû sedema şikesta amerîkiyan, bi dezgehên pêşketî û modern ên amerîkiyan nehatibû pêşbînîkirin, loma eva bû sedema hêrîmayîna rayedarên amerîkî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu