ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Behram Qasimî: Her cure ferq û cudatî û reftarên fanatîk dijî grûpên mezhebî mehkûm e

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara islamî ya Îranê got: Her cure ferq û cudatî û reftarên fanatîk dijî grûpên mezhebî mehkûm e.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro duşemê li Press konferansa xwe ya heftane bersiva pirsên rojnamevan û xeberhinêran bal kişande ser dewama reftarên fanatîk û cudatiyên civakî dijî misilmanên Miyanmarê û got: Reftarên fanatîk dijî misilmanan civatê ber bi aloziyê dibe û dewama vê rewşê ser qazanca tu welatekê li navçê û cîhanê nîne.

Behram Qasimî gote berpirsên Miyanmarê ku bona ewlehiya vî welatî riyekî mentiqî bibjêrin û xwe ji her cure ferq û cudatî û reftarekî fanatîk dijî misilmanan biparêzin.

Behram Qasimî li destpêka axivtina xwe bal kişande ser hevdîtina Elî Ekber Salihî serokê saziya enirjiya atomî ya Îranê tev Êrnist Monîz wezîrê enirjiya Amerîka li Viyenayê û ragihand ku li vê hevdîtinê Salihî nerezamendiya Komara islamî ya Îranê li hemberî van cure siyasetên Amerîka gihande Monîz.

Qasimî destnîşan kir; Ev tişta ku Amerîka bona boykotkirina îranê kir gelek jî ne normal nîne ji ber ku me adet kiriye bi van cure siyasetên Amerîka ku sozên xwe cih nayîne û me tecrubên tal ji Amerîka hene , çi pêş serketina inqilaba islamî ya Îranê û çi jî piştî serketina inqilabê.

Berdevkê wezareta karên derve yA Îranê li dewama gotinên xwe ragihand; Eva ku li nav dewleta nû ya Amerîka çi dê biqewime , ez naxwazim pêşbîniyê bikim lê eva ku Obama çi dixwaze bike, evaye ku gor soza ku wî daye diviya wî ev pêşniyara nûnerên parlemana Amerîka veto dikir.

Qasimî got: Eva ku Kongera Amerîka boykotên dijî Îranê dirêj kir, dijî rêketina navokî bû û nayê qebûlkirin.

Wî got: Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1, rêketinekî du alî nîne belkî rêketinekî cîhanî ye ku civata navnetewî ji vê rêketinê piştevanî kiriye û Amerîka nikare bi tenê neyartiya vê rêketinê bike û em hêvîdarin ku ev siyaseta Amerîka bê guhartin.

Qasimî li bara damezirîna dewleta rizgariya netewî li Yemenê jî got: îran piştevaniya her cure gotûbêjekî siyasî di navbera aliyên netewî yên Yemenê dike û hêvîdar e ku gotûbêjên destpê bûyî bibe sebeba ewlehiya nav Yemenê û riyekî siyasî bona çareserbûna kirîza vî welatî peyda bibe.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara islamî ya Îranê li bara rêketina endamên OPEC`ê bona viya ku nifta xwe ya bo firotinê kêmtir bikin jî got: Vê rêketinê îspat kir ku pê xwebawerî û reftarên mentiqî her serketinekî navnetewî tê dest. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu