Berhem Salih: Iraq welatekî bingehîn bo kêmkirina nakokiyên navçeyî ye

Berhem Salih serokkomarê Iraqê li pêvajoya pêşewaziya ji seferên welatên erebî û Îslamî, destnîşan kir: Iraq welatekî bingehîn e û erka kêmkirina pirsgirêk û nakokiyan û herwiha qahêmkirina peywedniyên hevhatinê li navçê heye.
Salih li vê hevdîtinê helbet ji balyozên welatên erebî û îslamî xwest ku bila barê nakokiyên navçê nexin istûyê Iraqê.
Wî di dewamê de ser giringiya berfirehkirina peywedniyên kêrhatî tev welatên dost bi awayekî kêrhatî teqez kir ku berjewendiyên her du welatan dabîn bike.
Berhem Salih destnîşan kir ku peywedniyên dîrokî ku ji xurt û qahêmbûna peywedniyên welatên erebî û Îslamî li navçê pêk tê vê îmkanê dide navçê ku roleke giring û bingehîn li muadileyên navneteweyî bilîze.
Serokkomarê Iraqê her wiha teqez kir: Iraqê li peywedniyên xwe tev hemî welatan ser çavdêriya berjewendiyên hevpar, mudaxilenekirina li karûbarên navxweyî û bê alîbûnê teqez dike.
Wî di dewamê de her wiha got: Helwestên navxweyî yên Iraqê li hember dosiyên navçeyî û navneteweyî naguherin.