IraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih: Kesên xirab nav Pêşmerge de hene

Berhem Salih ragehand ku nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kesên xirab hene.

Berhem Salih di hevpeyvîneke li rojnameya Şerqulewset de ragehand, eger Heşdî Şeibî neba, wê demê emê di metirsiyekî ku dihate bendewarî kirin de ban.’’

Berhem Salih bersiva wê yekê da ku kesên xirab nav Heşdî Şeibî de hene û ragehand, ‘’Ez nabêjim xirab nav Heşdî Şeibî de nînin, kesên xiran nav artêş û polîs û bi taybet nav Pêşmerge de jî hene.’’

Li gor Berhem Salih Heşdî Şeibî rolekî serekî di şikandina rêxistina terorîst a DAIŞê de hebûye û ragehand, Heşdî Şeibî di rêzbendiya yekem de bû, di hewldanên dijî DAIŞê de û naha beşek e ji hêzên ewlehiya Iraqê.’’

Ew daxuyaniya Berhem Salih di demekî de ye ku Pêşmerge rola serekî di şerê dijî DAIŞê û şikandina wê û şikandina efsaneya wê rêxistina terorîst girt serxwe û hemû cîhan jî bo vê yekê bû şahid û yekem şikesta DAIŞê jî bi destê Pêşmerge pêkhat.

Başa dön tuşu