IraqNûçeRojhilatanavin

Liv û tevgerên terorîstî li rojhilata Iraqê

Li gullereşandinên terorîstan ber bi cihê mayîna ziyaretkerên Erbeîna Huseynî (s) nasyar bi Mukebê li bajarê Beqûbe ya li parêzgeha Diyalî ya li rojhilata Iraqê, sê kes ji wan hêzekî ewlehiyê hatine kuştin û sê kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora malpera iraqî ya Sûmêriye News`ê, zêde ji sêsed û heftî Mukeb li ser riya sereke ya di navbera parêzgehên Diyalî û Bexdaya paytexta Iraqê de, bona raberkirina xizmetên jibo ziyaretkerên Erbeîna Huseynî (s) hatine dabînkirin û damezirandin.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, heşt terorîstên ku dihatin şopandin, li derdora bajarê Samêrayê li bakûrê Iraqê, hatin girtin.

Yek ji kesên ku hatine girtin, serkirdeyekî sereke yê terorîstan e ku jibo cihanîna êrişên terorîstî, plan dadirêjand.

bi dû şikesta terorîstan li navçeyên curbicur ên Iraqê û bi taybet li operasyona Mûsilê, êrişên terorîstî yên DAIŞ`ê û kuştina sivîlan li navçeyên curbicur ên vî welatî zêdetir bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu