IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de gundê Ebas Receb ê bi ser bajarokê Nemrûdê ve kontrol kir

Operasyona artêşa Iraqê ji bo kontrolkirna  bajarokê Nemrûdê  li başûrê rojhlata Mûsilê berdewam e.

Fermandeyên operasyonên Neynewa ragihand,  operasyona hêzên  firqeya 9 û heşda eşaîrî li bajarokê Nemrûd ji bo kontrolkirna gundên Ebas Receb û Nemanye berdewam e.

Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand heya niha  Artêşa Iraqê  gundê  Ebas  Receb ji destê rêxistina DAIŞê deraniyê.

Ji aliyê din ve li gorî agahiyan çekdarên DIAŞê li taxa Semah a Mûsilê êrişê Hêzên Zêrîn ên bi ser artêşa Iraqê ve kirine.

Hêzên artêşa Iraqê taxên Semah, Întisar, Zehra, Gogcelî û Sade yên Mûsilê kontrol kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu