İslami Davet Kurdi Bange İslami

Berhem Salih: Rewşa nihaye Herêma Kurdistanê ji ber istifadeya nerewaye aliyên siyasî ji qudretê ye

Serokê hevalbendiya Demokrasî û Edaletê ya Herêma Kurdistana Iraqê got: Rewşa nihaye Herêma Kurdistana Iraqê ji ber istifadeya nerewaye aliyên siyasî ji qudretê ye.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Berhem Salih serokê hevalbendiya demokrasî û îdaleta Herêma Kurdistana Iraqê li gotinên xwe yên li koma xelkê Helebçê got: Roja îro zolm û bê îdaletiyê Herêma Kurdistana Iraqê girtiye ber xwe û dînê îslamê gotiye dewleta ku gor zolm û zorbêbiyê hatibe damezirîn mehkûme bi jinavçûnê.

Berhem Salih bal kişande ser rewşa aloze Herêma Kurdistana Iraqê û got: Siyasetên nebaş, tamakarî û istifada nerewa ji qudretê bûye sebeb ku welatiyên me rastî pirsgirêkên abûrî û bê ewlehiya siyasî werin.

Wî bal kişande ser nerezamendiyên medenî yên sê rojên bihurî li bajarên curbicure herêma kurdistana Iraqê dijî rewşa nebaşe abûrî û got: Rewşa Herêma Kurdistana Iraqê wisa xirab bûye ku xelkê êdî nikarin vê rewşê tamil bikin.

Berhem Salih bal kişande ser viya ku pêwîste diravê xelkê Herêma Kurdistana Iraqê (Bûdceya vê herêmê) bigihêje destê xelkê got: Roja îro zolm û zor li ser Kurdistana Iraqê hikûmet dike.

Exit mobile version