Serokomarê Iraqê bertekeka ciddî nîşanî gotinên serokomarê Iraqê derbarê mayîna çekdarên vî welatî li axa Iraqê bi armanca zîrevaniya ser Îranê da.
Li gorî rapora Fars Newsê, Berhem Salihê serokomarê Iraqê îro anku Duşemiyê bertek nîşanî gotinên hevtayê xwe yê amerîkî da ku gotibû “Çekdarên Amerîkî li Iraqê dimînin da ku haya wan ji Îranê hebe”.
Berhem salih got: (Donald) Trump tu destûrek ji Iraqê wernegirtiye ku hêzên amerîkî li axa vî welatî ji Îranê miqate bin.
Salih her wiha got: Serokomarê Amerîkayê bi tu kesî li nav dewleta Iraqê ra derbarê rola zêdetir a hêzên amerîkî li Iraqê neaxiviye.
Serokomarê Iraqê ku sibeha Duşemiyê li “Komcivîna Gotûbêjên Navenda Rafidînê” diaxivî, got ku “Hêzên amerîkî li Iraqê li gorî lihevkirina leşkerî ya Bexda-Waşîngtonê li Iraqê ne. Dewlet li bendê ye ku hin şîroveyan (ji aliyê amerîkiyan va) derbarê hejmara çekdarên amerîkî û erka wan li Iraqê bibihîze”.