IraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih: Yekîtiya gelê Iraqê jibo jinûve avedankirina vî welatî pêwîst e

Serokomarê Iraqê tevî amajeya bi serhildana bîstem a vî welatî destnîşan kir: Serhildana mezin a Iraqê di wê qonaxa dijwar de, yekparçetî û yekîtiya gelê Iraqê nîşan da.

Li gorî rapora El Iraqiyeyê, Berhem Salih, Serokomarê Irqê di merasima salvegera Serhildana vî welatî ya di sala 1920`î da ku wek Serhildana 20`an tê zanîn, got: Serhildana mezin a Iraqê di wê qonaxa dijwar de, yekparçetî û yekîtiya gelê Iraqê nîşan da. Rûniştiyên başûr û navenda Iraqê û şêniyên Herêma Kurdistana Iraqê bi hev re bûn yek da ku azadî û serxwebûnê bi dest bixin û hikûmeta neteweyî damezirînin. Li başûr bajarê Semaweyê heta navenda Iraqê û heta bajarê Silêmaniyê ev hewildan bi hev re bûne yek.

Berhem Salih herwiha got: Hemiyan jibo bidestxistina jiyana azad û bi serfirazî hewil dan û ev rê hema wisa didome û di qonaxa niha de em di têkoşînên xwe yên dijî têrorîsmê de ser ketin û me karî ku bajar û gundên xwe azad bikin û bi rastî hemaseyeke mezin û girîng bû. Qaremanên me li artêş, polîs, seferberiya gelanî ya Iraqê û hêzên Pêşmerge li kêleka hevdu şer kirin û tevahiya babetên siyasî wêda danîn da ku bi ser bikevin û têrorîsmê ji nav bibin û aramî û aştî û ewlehiyê wek xelat bidin gelê Iraqê.

Berhem Salih got: Me hema wisa gellek erk û pêspartî li ppêşberî xwe hene da ku ewlehî û aramî li welêt mayînde û qahêm bimîne. Rewşa bixeter ku em di qonaxa niha de tûşî wê bûne dudestetî  û duberetî ye.

Em ji şêrr re dibêjin Na û ji aramkirina rewşê û aştî û ewlehiyê re dibêjin Erê.

Başa dön tuşu