CîhanNûçe

Peyama sersalê ji Kîm: Hindik ma

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un got, hindik maye ku bikarin moşekên balîstîk ên nav-parzemînan(ICBM) biceribînin.

Kim duh di axiftina xwe ya sersalê de got: “Xebatên bipêşxistina û vekolîna çekên xwedan nûtirîn teknolojiyê berdewam dikin û amadekariyên berdana moşeka ICBMê di qonaxa xwe ya dawî de ne.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Anna Richey-Allen bi daxuyaniyekê xwest ku “Koreya Bakur dest ji çalakiyên xwe yên provokoker û gotarên tehdîdê li istiqrar û aştiya navdewletî dike berde.” Dûrahiya moşekên balîstîk ên nav-parzemînan herî kêm 5.500 km e û hinek ji wan heta 10.000 km tên bipêşxistin. Parêzgeha Kalîfornyayê 9.000 km ji Koreya bakur dûr e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu