IraqNûçeRojhilatanavin

Têkbirina kargeheke herîmezin a bombeçêkirinê ya DAIŞ`ê li Al Anbarê

Balafirên cengê yên Iraqê di encama êrişên curbicur de, yek ji kargehên herîmezin ên bombeçêkirinê yên DAIŞ`ê li parêzgeha Al Anbarê têk birin.

Li gorî rapora televîzyona Al Iraqye, bi kêmbûna êrişên koma têrorîst a DAIŞ`ê li deverên sînorî, balafirên cengê yên Iraqê di encama êrişên curbicur de, baregehên girîng ên vê komê li deverên bintara rojavaya parêzgeha Al Anbarê kirin armanc, bi awayekî ku karîn yek ji kargehên herîmezin ên bicihkirina bombeyan li maşînan li devera Anayê têk bibin.

Hisam Temîmî nûçegihanê televîzyona Al Iraqyê li raporekê ragihand: Li gorî lêzanînên ku Dayra Lêzanînên Leşkerî dide ber destê hêza hewayî ya artêşa Iraqê, balafirên cengê yên Iraqê opêrasyonên berfire jibo kêmkirina şîyana leşkerî ya DAIŞ`ê li deverên rojavaya parêzgeha Al Anbarê encam didin.

Balafirên F-16 êrişên zef deqîq û kêrhatî li van deverana cih anîn. Di encamê da herwiha gellek têrorîst ku pirranîya wan welatîyên bîyanî bûn, hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên artêşa Iraqê devera Ravê jî dan ber bombeyan ku di encamê de bi dehan têrorîst hatin kuştinê û 3 maşînên wan ên bombekirî hatin îmhakirinê. Maşînên bombekirî yên hanê jibo êrişa sr hêzên çiqa heftem a artêşa Iraqê hatibûn amadekirin.

Çiqa heftem a artêşa Iraqê mijûlê hilkolandina deverên curbicur û paqijkirina wan ji têrorîstên DAIŞ`ê li deverên bakûrî yên Firatê ji wan başûra bendava Hedîsê û nahîya Kebîsê ye.

Fermandetîya opêrasyona hevpar tekez kir lêzanînên girîng li bara liv û tevgerên têrorîstan li çol û sînorên parêzgeha Nêynewayê heta bajarê Qaimê bidest xistine.Têrorîst li deverên hanê ketin ber êrişên topxaneyî yên artêşa Iraqê.

Başa dön tuşu