ÎranNûçeRojhilatanavin

Berhemanîna gazê li Îranê sedî 50 zêde bûye

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Berhemanîna gazê li Îranê li sê salên buhurî zêde ji sedî 50`yê zêde bûye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Bîjen Namdar Zengene, wezîrê niftê yê Îranê roja pênşemiyê li civîna konseya îdarî ya Azerbaycana rojhilatê li Tewrêzê tekez kir: Li pey despêbûna xebata fazên Parsa başûrî, Îranê kariye li sê salên buhurî, berhemanîna gaza xwe sedî pêncî zêde bike. Zengenê bal kişand ser vê yekê ku niha nêzîkî 730 milyon metrê kûp gaz li Îranê berhem tê û diyar kir li meha tê li wezareta niftê civînek tev karsaz û pêşekarên Azerbaycana rojhilat jibo berhemanîna 10 kelûmelên sereke li pêşeya niftê ku divê li Îranê berhem werin, dê bê lidarx sitin.

Wezîrê niftê yê Îranê her wiha bal kişand ser zêdebûna  derfirotina nifta Îranê û diyar kir:li Payîza 2015an îxracata nifta Îranê milyonek û 300 bermîl bû û eva li halekê ye ku payîza îsal ev asta  gihêştiye du milyon û 900 hezar bermîlan (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu