ÎranNûçeRojhilatanavin

Berhemên enerjîyê yên Parsa Başûr sedî 22 zêde bûne

Derfirotina berhemên devera Parsa Başûr wek cemsera enerjî û gaza Îranê, di 4 mehên buhurî de sedî 22 zêde bûye.

Encamên hilkolandinan nîşan didin ku vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî û gefxwarina Amerîkayê li hemberî welatên ku dil hebin enerjîyê ji Îranê bikirrin, heta niha hîş bandorek li derfirotina berhemên cemsera enerjîya Îranê nekirine.

Ehmed Pûrhêyder rêvebirê gumrika devera taybet a aborîyê ya Enerjîya Parsê, dibêje ku di 4 mehên buhurî de zêde ji 9 milyon û 911 ton kel pel ji wan şilikên gazê, Mêtanol, Propan, Polî Etîlên, Gûgird, Ûre, Stayrên, Amûnîyak û nifta xav bayê 5 milyard û 609 milyon dolarî bo derveyî welêt hatine firotinê ku anegorî vê midehê ya sala buhurî ji hêla bihayê va sedî 22 jorda çûye.

Devera aborîyê ya Parsa Başûr meydana herî mezin a gazê ya cîhanê, cemsera derfirotina berhemên neniftî, pêtroşîmî û şilikên gazê ya Îranê tê hesêb.

Ev devera taybet a aborîyê, nêzî 16 komavahîyên pêtroşîmîyê digire ber xwe ku salê zêde ji 20 milyon ton berhemî raber dike û pişka zêde ya wan bo derveyî welêt tê firotin.

Başa dön tuşu