ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Amadebûna bicoş a gelê Îranê li hilbijartinê dijmin bêhêvî û dost şa kirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku amadebûna bicoş a îraniyan li hilbijartina vê dawiyê nîşana meyl û meraqa gelê Îranê li pergalêa îslamî ye, bi bîr xist ku vê amadebûna berfireh dostên înqilabê şa kirinû dijmin bêhêvî kir.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiyê, Hesen Rûhanî berêvariya sêşemiyê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî ya Îranê her viha got: Gelê Îranê bi Lebeykgotina li banga rêberê giranqedr ê Înqilabê û amadebûna xwe ya bicoş li navendên dengwergirtinê baştirîn bersiv dane hinek ji welatên navçeyê ku bi karên xwe yên şanokî dil hene Înqilab û Îrana Îslamî lawaz bikin.

Serokê Konseya Bilind a Înqilaba Çandî ya Îranê bal kişande ser viya ku gelê Îranê têgihîştina xwe ya bilind a siyasî ji xêrnexwazan ra nîşan dan, got: Lidarxistina hilbijartineke bicoş, digel rikeberiyê, saxlem û bi ewlehiya herî zêde û li aramiyê li dilê navçeyeke pirrkêşe û nearamiyê, şanaziya mezin a Komara Îslamî ya Îranê ye.

Rûhanî got: Piştî bidawîhatina rikeberiyan divê gişt li kêleka hevdu ji bo armancên mezin ên hevpar wekî wêdabirin belengaziyê, berhemanîn û kar û pêşeyê bixebitin.

Li gorî ragihandina encamên dawîn ên Duwazdehemîn Dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê ku roja 19`ê Gulana 2017`an li Îranê û 102 welatên cehanê hat lidarxistin, Hesen Rûhanî berendamê vê hilbijartinê bi wergirtina zêde ji 23 miliyon dengan careke din wek serokomarê Îranê hat bijartin.

56 miliyon û 410 hezar û 234 kes xwedan mercên pêwîst ji bo beşdariya li Duwazdehemîn Dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê û Pêncemîn dora hilbijartina KOnseyên Îslamî yên Gund û Bajaran bû ku asta beşdariyê ji sedî zêde ji 70`ê û amadebûna zêde ji 40 miliyon kesî li vê hilbijartinê hatiye ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu