IraqNûçeRojhilatanavin

Bernama nû ya ewlehiyê ya Kerbelayê ji bo heyamê Erbeînê

Rayedarên iraqî ragihandin ku plana nû ya ewlehiyê jibo parastina canê ziyaretkirên Erbeîna Huseynî li Kerbelayê destpê bûye.

  Li gorî rapora  roja duşemiyê ya IRIB News`ê, fermandê operasyona Firata navenda ya Iraqê ragihand ku  plana  ewlehiyê taybetî mersima  Çilema Îmam Huseyn (S) li Kerbelaya Muellayê bi beşdariya zêde ji 24 hezar hêzên ewlehiyê destpê bûye.

Serleşkir Qeys El-Muhemedawî fermandê operasyina  Firata navendî got: Li vê planê hejmareke zêde ji hêzên xwebexş ên gelanî li operasyona ewlehiyê, çavdêrî û keşfê beşdar bûne.

Qeys El-Muhemedawî her wiha hişyarî da ku DAIŞ`ê jibo cebirandina  şikestên xwe li şerê azadkirina Mûsilê li parzêgeha Neynewayê êrişê bikin ser navçên curbicure Iraqê ji wan Kerbelayê.

Ji ber hebûna  tirbên paqij ên  îmam sisiyan ê şîeyan  hezretê Huseyn bin Elî (S) li parzêgeha Kerbelayê hemî salê li du mehên Muherem û Seferê bi milyonan ziyaretkir ji nav û dervey Iraqê berê xwe didine vê parêzgehê.

Li 40-mîn roja şehadeta Îmam Husen (S) jî bi milyonan ziyaretkir ji seranserê cîhanê xwe dighînin Kerbelaya Muellayê. 20 Mijdarê , 20 Seferê roja Erbeîna Huseynî ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu