NûçeRojhilatanavin

Li Misrê li dijî noqteya ewlehiyê êriş: 6 kuştî û 3 birîndar

Wezareta Navxweyî ya Misrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li taxa Talibiyye ya bajarê Gîzayê li nêzî Camiya Selamê li dijî noqteya ewlehiyê êrişeke bombeyi pêk hat, di êrişê de du jê bi paye 6 polêsan jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Herêma ku rastî êrişa bombeyî hat xistin nava xeleka ewlehiyê û ji bo ku êrişkar werin girtin hêzên ewlehî operasyoneke berfireh lidar dixin.” Li gorî şahidên bûyerê, li nêzî Camiya Selamê dengê teqîneke mezin hat bihîstin û piştî teqînê şewat derketiye û ev teqîn li herêmê bûye sedema metirsiyeke mezin. Heta niha tu kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu