ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: `Dewleta Iraqê divê yekparçetiya axa xwe biparêze`

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: “Dewleta Iraqê divê yekparçetiya axa xwe biparêze da ku li pêşerojê Iraqeke bihêztir, ewleh û dêmokratîk li navçeyê bê dîtin“.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî berêvariya Yekşemiyê li hevdîtina digel serleşker “Irfan El Heyalî“ wezîrê berevaniyê yê Iraqê li Têhranê, bal kişande ser pêwîstiya parastina yekparçetiyê di navbera gel û dewleta Iraqê û destnîşan kir: “Hevdilî û hevdengiya gel û hêzên çekdar ên Iraqê derfeteke baş ji bo Iraqê pêk tîne; Ji ber ku hin welat li dû pêkanîna duberetiyê li nav Iraqê ne û mijara parçekirina Iraqê hilêdixin“.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bal kişande ser komployên nû yên Rêjîma Israîlê li navçeyê û got: “Komara Îslamî ya Îranê wekî dema têkoşîna li hemberî têrorîstan wê li kêleka gel û dewleta Iraqê be û dê pişta yekîtioya kom û qewmên iraqî bigire“.

Serleşker `Irfan El Heyalî, wezîrê berevaniyê yê Iraqê` jî li vê hevdîtinê got: “Gel û dewleta Iraqê wê nema piştgiriya kesên ku li şerê dijî têrorîstan Iraq tenê nehiştin, ji bîr bikin“.

Wî destnîşan kir: “Gelê Iraqê wê rê nede tu aliyekî siyasî ku welatê wan parçe bike; Ji ber ku serketina li hemberî têrorîstan encama xwîna wan kesan e ku ji bo parastina yekparçetiya Iraqê hatine kuştin“.

Başa dön tuşu