CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî: Zerîf tev wezîrê karên derve yê Amerîkayê hevdîtinê pêk nayîne

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê li berteka hin nûçan li bara hêtimala hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê tev wezîrê karên derve yê Amerîka li kêleka civîna ewlehiya Mûnîxa Almanyayê got: Zerîf tev wezîrê karên derve yê Amerîkayê hevdîtinê pêk nayîne û bernameyeke wiha tune.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro şemiyê li berteka hin nûçan li bara hêtimala hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê tev wezîrê karên derve yê Amerîka ragihand ku Îranê tu peywendiyek tev Amerîka tune loma tu gotûbêjek ji nayê kirin.

Qasimî destnîşan kir; Îranê bi caran ragihandiye ku êdî li bara mesela navokî û rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 gel tu aliyekê gotûbêjê nake xîncî babetên teknîkî ku ew jî dê ji riya Ajansa navnetewî ya enirjiya Atomê dê were pêyîgîrî kirin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê herwisa destnîşan kir; Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna ewlehiya Mûnîxê dê li bara nêhrîna Îranê li bara xebata dijî terorîzmê û riyên birêketina ewlehî û tenahiyê li navçê biaxive. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu