Bernameya mûşekî ya Îranê nayê gotûbêjkirin
Cîgirê nûnertiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Îshaq Alê Hebîb roja Duşemiyê li Komîteya Jiçekirin û Ewlehiya navneteweyî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyo Yorkê tevî pêgiriya li ser mafê gewherî û zatî yê tevahiya welatan ji bo hebûna çekên asayî ji bo berevaniya rewa û dabînkirina hewcetiyên ewlehiyê, got: “Îranê hertim destnîşan kiriye ku çalakiyên xwe yên mûşekî dê bi hemî hêz û şiyanê û li gorî bernameya berevaniya neteweyî bidomîne û wê nema ev bername bikeve ber diyalog û gotûbêjê“.
Cîgirê nûnertiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji zêdebûna bûdceyên leşkerî li cîhanê li wan li Rojhilata Navînê, got: “Çekên navokî û çekên din ên tevkujiyê û cebilxaneya mezin a çekên ne-asayî û êrîşker ên Rêjîma Israîlê gefa li dijî aştî û ewlehiya Rojhilata Navînê û Cîhanê ye û vê miajrê di salên dawî da rewşa ewlehiyê ya herêma Rojhilata Navînê xerabtir kiriye.“
Îshaq Alê Hebîb, Cîgirê nûnertiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişande ser çendqatbûna bûdceyên leşkerî û kirrîna berfireh a çekan ji aliyê hin welatên derdora Kendava Farsê û got: “Wajokirina biryarnameya kirrîna çekan a 110 miliyar dolarî ya Erebistanê digel Amerîkayê di sala 2017an da li halekî ye ku hin welat Îranê ji ber ceribandina çend mûşekan didin ber rexneyan“.
Cîgirê nûnertiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha tevî amajeya bi hin îdiayan li ser dijayetiya ceribandinên mûşekî yên Îranê digel biryarnameya 2231`ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, got: “Ev biryarname ji Îranê dixwaze ku tu cûr çalakiya têkildarî mûşekên Balistîkl ên hilgirê çekên navokî pêk neyne û Îranê jî hertim pêgirî kiriye ku tu yek ji mûşekên wî bona hilgirtina çekên atomî nehatine çêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)