ÎranNûçeRojhilatanavin

Bernameya tembîkirina welatên hevkarê Amerîkayê li sepandina boykotan dijî Îranê li Parlimana Îranê hat amadekirin

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Fars Newsê, Ev bernameya tembîhî tevahiya welatên ku tevî şopandina siyaseta Amerîkayê her cûre kirrîn an firotina niftê an her cûre lekûpel û berhemên din ji/bo Îranê qedexe dikin an bi danîna astengî û berbenda li ser rya welatî an dewleta xwe bi dewlet û welatiyên Îranê li warê boykotkirina Têhranê hevkariya bi Amerîkayê ra dikin, digire ber xwe.

Ji roja pesendkirina vê bernameyê, her cûre derkirrîna kelûpelên mesrefî ji Amerîkayê û welatên hevkarê Amerîkayê ji warê sepandina boykotan dijî Têhranê ji riya Gomrok an navçeyên azad ên Îranê qedexe ye.

Her wiha firotinna nift û gaza Îranê bo welatên ku ev bername wan digire ber xwe, bi qasî deh salan ji dawîn cara ku her welatekî bikeve lîsteya welatên hevkarê Azmerîkayê l sepandina boykotan dijî Îranê, qedexe ye.

Dora duyem a boykotên Amerîkayê li dijî Îranê ji roja Duşemiyê va li pişka Enêrjî, danûstandinên vankî û ticarî dest pê dibe. Ev boykot binpêkirina aşkira ya Biryarnameya 2231ê ya Koneya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ye dibêje berjewnediyên Îranê yên ji Lihevkirina Atomî divê bêyî tu berbend û astengiyekê bên dabînkirin.

Serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi derketina ji Lihevkirina Atomî, careka din boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê vegerandin û gef xwar ku her welatekî ku kirrîna petrola Îranê bidomîne, dê were boykotkirin. Amerîkayê heta 4ê Mijdarê derfet dabû mişteriyên petrola Îranê ku asta kirrîna petrola Îranê bigihînin sifir.

Başa dön tuşu