CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Bernie Sanders: Trump sebebkarê gêreya digel Îranê ye

Sênatorê serbixwe û berbijarê dewra seretayî ya hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê yên sala 2019`ê amajeyî kiryarên handêr ên dewleta Trump dijî Îranê kir û got: Ew bû sedema qeyrana di navbera Amerîka û Îranê.

Bernie Sanders di hevpeyvîna digel Kanala Nûçan a SBS News`ê da ji ber rêvebirîya nebaş a Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku bûye sedema gurrbûna gêreya di navbera Têhran û Waşîngtonê de rexne kir û istiratêjîya Trump şibande wê yekê ku mirov êgir berde selikeke tijî kaxez û paşê hewla vemirandinê bide.

Bernie Sanders amajeyî şandina balafira bêpîlot a sîxorîyê nav sînorê hewayî yê Îranê wekî kiryara herî nû ya handêr a Amerîkayê kir û got: Piştî ku Îranê ew balafira bêpîlot jorda xist, Trump biryara êrişa ser Îranê da ku helbet poşman bû.

Bernie Sanders herwiha got: Trump ser wê bawerê ye ku şerê digel Îranê jibo Amerîkayê baş e.

Başa dön tuşu