AsyaBehreynCîhanEfrîqaEfxanîstanEwropaFilistînIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriyeYemen

Daxûyaniya Rêxistiya Netewên Yekgirtî bona piştevaniya ji misilmanên Rûhîngiyayê

Endamên konseya mafê mirov a Rêxistiya Netewên Yekgirtî li daxûyaniyekê ragihand ku pêwîst e sebebkarên cinayetên dijî misilmanên Rûhîngiyayê li Miyanmarê werin naskirin û mehkemekirin û ceza ji bo wan were berçavgirtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Press`TV`yê, 47 welatên endamê  konseya mafê mirov a Rêxistiya Netewên Yekgirtî li civîna duh îniyê dengê erê dane pêşnumaya Yeketiya Ewrûpayê ku azirandin û kuştina misilmanên Rûhîngiyaya Miyanmarê şermezar kiribû û daxwaz kirin ku pêwîst e zûtirkê li vê barê lêkolînên berfireh bên kirin û sebebkarên cinayetên derheq misilmanên Rûhîngiyayê bên naskirin, mehkemekirin û bo wan siza bê berçavgirtin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku: Pêwîst e komîteyeke navnetewî bona lêkolîna ser azirandin û işkenceya misilmanên Rûhîngiyayê bo Miyanmarê bê şandin.

Eyaleta Raxînê, li bakurê rojava Miyanmarê cihê jiyana  hejmareke zêde ya misilmanên Rûhîngiyayê ye ku ji sala 2012`an va heya niha  bûye meydana tundûtûjiya etnîkî ya zêdegavên  bûdayî li dijî misilmanan.

Li encama tundûtûjiyên hanê bi sedan kes hatine kuştin û bi dehan hezar kesî ji tirsa canê xwe terka malên xwe kirine û li kempên Miyanmar û welatên cînar di rewşa dijwar da sitirîne.

Li gorî rapora Rêxistiya Netewên Yekgirtî, misilmanên Rûhîngiyayê, kêmaniya herî bindest li cîhanê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu