NûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsya leşkerên xwe ji Sûriyê vedikşîne

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro çû bajarê Lazkiyê ku baregeha wan ya leşkerî ya bi navê Hmeymim lê ye. Li Lazkiyê ji aliyê serokê Sûriyê Beşar Esad ve hat pêşwazî kirin. Bi Putin re serokê erkanê herb yê Rûsyayê Valery Gerasimov û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şorgu hebûn.

Putin ragihand ku êdî li Sûriyê DEAŞ nemaye û ne pêwiste ku leşkerên Rûs li wê derê bimîne. Putin her weha destnîşan kir ku car din terorîst serî bilind bikin ew amade ne ku li dijî wan şer bikin.

Beşer Esad jî sipasiya Rûsyayê, leşker û pîlotan ji bo têkoşîna wan ya li dijî terorê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu